Engels | Turks | Nederlands

 


  Tirkîye/Hollanda KOMELA MAFÊN MIROV (TÜHID)


ARMANCÊN “TÜHID”Ê

TÜHID, Tirkîyeyek dixaze, ku lê: di warê zayendî, etnîkî, çînî, zimanî, olî, bawerî û ramanî da tu cudahîyek di navbera mirovan da çênebe; karanîna hemû mafên mirovan bê astengî bin û jibo her kesî wekhev bin; tu astengî li pêsber ‘bi azadî dîyarkirina ramanan’ tunebe; di her warî da azadîya rêxistinî; û Tirkîyeyek ku di tê da dadyarî û demokrasîyek rastîn, bi hemû sazî û rêzên xu va kar bike.

TÜHID, Hollandayek dixaze, ku lê: her kesên ku lê dijîn, bê ku di navbera wan da di warê nijad, netewe, ziman, ol û çand da cudahîyek bê kirin, li gor zagona bingehîn û hemû zagonên din wekhev bin; wekhevîya koçber û Hollandîyan di warê karanîna mafên mirovan ên bingehîn da; û Holladayek ku jibo penaberan sînorên xu vekirî be û îmkanên ku penaber lê jîyanek mirovane bijîn, lê hebe.


Pirensîpên Komelê:
Wek sazîyek sîvîl a civatî, polîtîka xu serbixu ye û ji ser partîyan ra ye,
Di hemû organên xu da demokrasîya herî fireh kartîne,
Di warê maf û binpêkirina mafên mirovan da tu cudahîyê nake navbera zayendî, etnîkî, ziman, ol, bawerî û ramanên mirovan,
Li gor armancên xu, handide pistgirî û hevkarîya bi rêxistinên hevbes.Xebat/Çalakî:
TÜHID li gor armancên xu civînan, xupêsandanan, kampanyayan organîze dike; li gor xebatên pês xu pirojeyan diafirîne; dema pêwistî pê hebe, banga çalakîyên lez dike.

Xebatên Çapemenî û Wesanan:
Di derbarê bûyerên aktuel da agahdarîya çapemenî,
Di derbarê binpêkirina mafên mirovan da wesandina raporan,
Di derbarê lêkolînên li ser pirsgirêkên mafên mirovan da wesandina belavok û pirtûkan,
Jibo agahdar kirina raya gistî wesandina bultenan.

TIRKÎYE

Azadîya Ramanî:
Jibo ji holê rakirina bendên zagona bingehîn û zagonan ên ku li pêsber azadîya ramanan pirsgirêk in, xebat kirin,
Kesên ku ji ber ramanên xu tûsî vepirsînan dibin, çavnêrîya dozên wan kirin û raya gistî agahdar kirin, û bi vê va girêdayî, jibo pistgirî û serbest berdana kesên ku tên binçav kirin, girtin û li girtîgehan tên cî kirin, xebat kirin.

Pirsgirêka Kurd:
Li hevber her cûr polîtîka û ramanên neteweperest, soven û nijadperestî derketin, li gor bingeha wekhevîyê parastina biratîya gelan û jibo pêkanîna rewsek demokratîk daku gelê Kurd bi awayek azadî çarenûsîya xu bi destê xu diyar bike, xebat kirin,
Redkirina desthilatîya mîlîtarîst, û jibo bi awayên astîyane û demokratîk çareserîya pirsgirêkan, xebat kirin,
Jibo rakirina qedexeyan li ser ziman û çanda Kurdan, jibo bi awayek azadî maf û daxazên xu anîna ziman û bi vê va girêdayî parastina mafên rêxistinîyê,
Jibo ji holê rakirina Rewsa Awarte û sîstema Gundparêzîyê, jibo dayîna bertîla maddî û manewî bo Kurdên ku hatine koçber kirin û gundên wan hatine hilwesîn/sewitîn û jibo pêkanîna îmkanan bo kesên ku dixazin vegerin gundên xu, xebat kirin.

Azadîya Bawerî:
Jibo berfireh kirina azadîya bawerî û wîjdanî, li gor bingehên sekularîzmê, xebat kirin,
Jibo ku dewlet di warê ol û bawerîyan da bê alî be, qedexeyên zagonî û îdarî li ser hemû bawerî û çandan rabe, xebat kirin,
Jibo ji holê rakirina sazîya “Karên Dîyanetê (Diyanet Isleri)” ya ku bi her awayî him ji pirensîpên sekularîzmê dûr e û him jî jibo bandora dewletê li ser bawerîyan tê karanîn, xebat kirin.

Pistgirî jibo girtî û mehkûmên polîtîk:
Sopandina daweyên ku ji ber sedemên polîtîk hatine vekirin; di van daweyan da, di derbarê alîyên wan ên ne dadyarî da raya gistî agahdar kirin û jibo ji holê rakirina kar û kiryarên ne dadyarî xebat kirin,
Jibo ji holê rakirina “Dadgehên Ewlekarî yên Dewletê (Devlet Güvenlik Mahkemeleri)” ya ku ji alîyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wek organek darazîyê ya serbixu û bêalî nayê pejirandin, xebat kirin,
Sopandina sertên li girtîgehan, agahdar kirina raya gistî di derbarê sert û mercên ne li gor biryarên dadgehên hevdem û tendurustîya mirovan bin, û jibo bas kirina van sert û mercan xebat kirin,
Pistgirîya maddî û manewî jibo girtî û mehkûman.

Kesên Wendayî:
Pistgirî jibo têkosina ku jibo kesên wendayî tê kirin; jibo ronî kirina îddîayên ku di derbarê kesên wendayî da tên kirin, xebat kirin; di vî warî da jibo darizandina kesên berpirsyar û dayîna tazmînata maddî û manewî jibo malbatên kesên wendayî, xebat kirin.

Tadayî:
Sopandina bûyerên tadayîyê li ser kesên ku tên girtin û li girtîhegan, jibo darizandina kesên ku tadayî kirina û jibo dayîna tazmînata maddî û manewî jibo kesên ku tadayî li wan hatine kirin, xebat kirin,
Jibo dawî anîna bûyerên tadayîyê û di vî warî da jibo zordayîna raya gistî xebat kirin.

HOLLANDA

Jibo ku Hollanda wek welatek koçberan bê pejirandin, li gor vê rastîyê ji nû va serrast kirina zagona bingehîn û zagonên din, û jibo ku koçber jî bibin xadî hemû maf û azadîyên ku jibo Hollandîyan hene, xebat kirin,
Li dij polîtîkayên ku di civatê da, di pirsgirêkên herî piçûk da jî pîj kirina dijminatîya hevber biyanîyan xebat kirin,
Li dij zagon û rêzên ku bahev hatina malbatî û markirinên ji derva dijwartir dikin, heya ne mumkun dikin, xebat kirin,
Jibo ji holê rakirina hemû bendên di zagona binhehîn û di zagonên din da yên ku pêsî li Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî digirin, jibo ji holê rakirina sert û mercên ku nahêlen penaber têkevin Hollandayê û jibo sitarîyê serî lêdin, xebat kirin,
Sopandina rewsên jîyanê li kampên penaberan, têkilbendî jibo sererasrt kirina rews û helwestên ku dij tendurustî û anoran mirovan e, li dij her cûr neteweperestî, sovenî, raman û helwestên nijadperestî yên di nav koçber û penaberan da xebat kirin.